pdfindir.net.tr
Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe

Sokratese Serdema Me İsmail Beşikci

İbrahim Gürbüz
Yazar
İbrahim Gürbüz
Yayınevi
İSMAİL BEŞİKÇİ VAKFI YAYINLARI
Sayfa sayısı
734
ISBN
9786259380667
Dil
KüRTçE

Kitap hakkında

Pirtûk jiyan, raman, têkoşîn û helwesta rewşenbîr û zanyarê navdar Dr. Îsmaîl Beşikci bi kûrahî radixe ber çavan. Îbrahîm Gurbuz ku bi salan e hevrê û şahidê nêzîk ê rêwîtiya Beşikci ye, di vê xebata berfireh de qonaxên jiyana wî ji zarokatiyê heta salên xwendekariyê yên Fakulteya Zanistên Siyasî, ji doz û girtîgehan heta bandora wî ya li ser nifşên kurdan vedibêje. Her wiha di berhemê de kurtedîroka xebatên kurdolojiyê, geşta nivîskar û Beşikci ya piştî şêst salan a ber bi bîranînan ve û hevrûkirina berxwedana Beşikci bi ya Sokrates re cih digirin. “Tiştê ku vê berhemê cuda û girîng dike, hevgirtina ramanên Beşîkcî ya rasterast bi lêkolîna meydanî û bi şahidiya kesane re ye. Nivîskar çûye Kebanê ku Beşîkcî cara ewil Kurd li wir nas kiribûn; cihên ku lê leşkerî kiribû bi hev re serdana wan kiriye. Ji gundê ku lê ji dayik bûye heta dibistana seretayî, ji dibistana navîn heta lîseyê û Fakulteya Zanistên Siyasî şopa jiyana wî gav bi gav şopandiye. Bi vî awayî nîşan daye ku ramanên Beşîkcî di bin kîjan şert û mercan de û bi kîjan tecrûbeyan şikil girtine, ne tenê bi rêya metnan, li ser van mekanan jî nîşan daye. Heta roja me ya îro li ser Îsmaîl Beşîkcî gelek pirtûk û xebat hatine nivîsandin. Lê belê Sokratesê Serdema Me ji hemûyan cuda ye; ji ber ku jiyana Beşîkcî, pêşveçûna wî ya rewşenbîrî, rêbaza wî ya zanistî, lêkolînên wî yên meydanî û keda wî ya bo Kurdnasiyê bi rengekî giştgir digire dest. Ji ber vê sedemê ev pirtûk di nav xebatên li ser Beşîkcî de xwedî cihekî resen, taybet û pêşeng e.” Elîf Gun