Kitap hakkında
Zilamek li balafirgeha Berlînê, di tiwaletekê de pasaporteke sexte diqetîne û diavêje nav avê. Belge winda dibe; lê jiyan, bi hemû bîranîn, birîn, evîn û windahiyên xwe ve, bi mirov re dimîne. Xwînerên kurd heta nuha Helîm Yûsivî bi berhemên wî yên xwedî rehendeke bihêz ya surreal, sembolîk û alegorîk dinasin. Lê di Jîyan Herêmeke Qedexekirî Bûyê de Helîm Yûsiv vê carê ji xeyal û fantaziyên afirandinê dûr dikeve; herçend berhemê bi teknîkên romanê binivîse jî, hemû rûdan û kesan ji jiyana rasteqîne werdigire, bi tenê navên hin kesan diguherîne. Yûsiv vê yekê wisa rave dike: “Gava jiyan bi xwe ji xeyalê biwêdetir be, pêdivî bi bûyer û kesên xeyalî namîne.” Yûsiv berê xwîneran dide serpêhatiyên xwe û jiyana xwe ya nivîskariyê. Ew bi destê xwîneran digire; wan ji Amûdê heta Berlîn û Wuppertalê, ji zarokatiya di bin siya qedexeya zimanê kurdî de heta salên koçberî û penaberiyê dibe. Çîrokên bav û malbatê, evîna yekem, salên xwendin û leşkeriyê, muxaberat, lêdan, sansur, astengên çapkirinê, rev, şer û windahî li vir bi çîrokên nivîsîna berhemên wî re di nav hev de ne. Mirov dibîne ku Helîm Yûsivê mirov û Helîm Yûsivê nivîskar ji hev nayên veqetandin; nivîskariyê bi awayekî bihêz karîgerî li jiyana Yûsivî kiriye û berevajî vê jî rast e. Lewma mirov di vê berhemê de paşxane û binaxeyên berhemên din yên nivîskarî jî dibîne; ev ne tenê serpêhatiyên wî, serpêhatiyên berhemên wî jî ne. Helîm Yûsiv wek mirovekî jî hin kêliyên nexweş ên jiyana xwe bi wêrekî nivîsîne ku ev yek otantîkbûneke taybetî dide berhemê. Lê helbet berhem ne tenê vegêrana jiyaneke takekesî ye û jixwe ji bo nivîskarên bindest yên hişmend ji bindestiya xwe ev ne mimkun e. Di nav bîranînên nivîskar de dîroka nêzîk a kurdên Sûriyeyê jî xuya dike: qedexe, tirs, şer, rev, windabûn û hewildana ji nû ve destpêkirinê. Yûsiv dibêje: “Jiyana min mîna malekê bû ku derî û pencereyên wê şikestîbin û ji çar aliyan ve fîzefîza ba û bahozan rê nede xwediyê malê ku carekê tenê jî ew bi dilekî rehet razê.” Di dema xwendina berhemê de, xwîner jî bi fîzefîza van ba û bahozan dihise ku ev e serketina berhemekê. Umran Aran