pdfindir.net.tr

Kitap hakkında

Min seḥergaha ezel dî meyfiroşan rast û çep Reqṡê best in tên semayê dûş bi dûşan rast û çep Şahidê dêmbedr û saqî zuhresîma xidirpûş Muṭriban ney, çeng û awaz ba surûşan rast û çep Dil ji min bir muẋbeçanê sîmêendam çehregul Çeşmê mestan cam di destan xemrênûşan rast û çep Netrik û tîtan di nêv zulfên reyaḥîn tên sema Ḥuriy û qudsê bidîtin rû di pûşan rast û çep Tên bi de‘wa û cidalê cengiyanê meyperest Şubhetê şîrê jîyan û pur xurûşan rast û çep