Kitap hakkında
yar di hiş de ye her dem her bi wê diçe her xem xwezî evîn bidome ne umrek hezar serdem her ew bo min leheng e bi her tiştê xwe şeng e ger yar ne di dil de be dil qutîka bi zeng e zêrê zer e porê zer bihna wek bayê seher çavê şîn şînoka min dev şerbik e, rû qemer lêv şekirên Şamê ne can û ten wek camê ne taya rihanê’w elîf şebîhên wê qamê ne