Kitap hakkında
li hezazan di nav lodan de di binê enqazan de hate terkkirin kevirên şikestî yên kolanan giyayên biyanî yên daristanan û ez îlon im ez li pê min havînek bêhêvî ey gula di adaran de kêmîn danî bi dirîyan fermanekê bi newrozan bide destnîşan xwezî tu bibûya pelek û bihata weşandin ji xeyalan mîrata ji talanan ji bê dengiya wîzîniyan ji kerbûna gumîniyan siwar im dengnivîsar im rêwîyê newadar im pisepisa te çem û şetan diçikîne awirên te çavê xem û derdan dirijîne nêrînên xwe yên tûj di dilan de diçikînî